Skip to main content
SearchLoginLogin or Signup

DENGÊN AŞITIYÊ

NÎŞEYÊN CIVÎNA MASEYA GILOVER

Published onMay 10, 2023
DENGÊN AŞITIYÊ
key-enterThis Pub is a Translation of

Amadeker: E. İrem AKI [*]

Werger: B. Öztunç

Ev metn, bona ku encamên civîna maseya gilover ya di 27ê Nîsana 2023yan de li ser platforma online ya Off-Universityê hat lidarxistin bi raya giştî re bên parvekirin hat amadekirin. Di civînê de ji Komeleya Mafên Mirovî (İHD), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Giştî (KESK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), Odeya Plansazkarên Bajarvaniyê, Lijneya Mafên Mirovî a Baroya Wanê û Partiya Keskan û Pêşeroja Çepgir (Partiya Kesk û Çep, YSP) endam/nûner û akademîsyenin amade bûn. Mijara sereke ya civînê têgîna aşitiyê û hilbijartinên Gulana 2023an bû. Di vê çarçoveyê de nêrîn û pêşniyarên ramyarî yên ku di civînê de derketine pêş bi vî rengî ne:

Ahmet İnsel- Akademîsyen, Kovara Birikim

Dema em behsa aşitiyê dikin pirsgirêka Kurd pirsgirêka yekemîn e ku li Tirkiyeyê tê aqlê mirov. Li vir, em behsa pevçûneke ku her du alî jî li ser esasê mexdûriyetê tevdigerin dikin. Kurdên Tirkiyeyê, bi awayekî mafdarane, di dorhêleke ku nasnameya wan a Kurdbûnê naye naskirin, destûra perwerdehiya bi zimanê zikmakî nayê dayîn, li herêmên ku pirraniya xelkê duzimanî ye di xizmetên giştî de du ziman nayê emilandin, di bingeha hemwelatiyê de Kurdbûn tê vederkirin, ji ber Kurdbûnê ji qada ramyarî tên vederkirin (ji bilî hepiskirinan û tayînkirinên qeyyûman, wekî me di binçavkirinên li Amedê û bajarên hawirdor de mînaka dawî dît) têkoşîna xwe li gel berdêlên giran ê heyatî didomînin, û daxwazên xwe li ser mexdûriyetekê tînin ziman. 

Li aliyê din, qisma neteweperest ya li Tirkiyeyê jî, li ser bingeha têkoşîna çekdarî ya PKKyê hemû têkoşîna Kurdan ya meşrû wekî kiryarên terorî pênase dike û îdia dike ku ew jî mexdûr in. Bi vî şiklî jî, tevgera Kurd wekî tevgereke ku rê li ber parçekirina civaka Tirkiyeyê vedike û ber bi pevçûneke navxweyî ve kaş dike pênase dike û ne tenê krîmînalîze dike, di heman demê de wê wek şeytên dibîne. Tam di vê xalê de jî pêwîstiya me bi aşitiyê heye. Aşitî, merheleya yekem ya jêneveger e ku şert û mercên jiyana bi hev re di vê şerê mezin de peyda bike. Di nav vê pevçûnê de, ku her du alî jî xwe bi awayekî mexdûr dibînin (hinek mafdar in, hinek jî mezin dikin) aşitî, bona peydakirina şert û mercên jiyaneke hevpar asta yekemîn ya nebenabe ye.   

 Aşitî, wekî têgînekê, di hilbijartinên pêşiya me de bi awayekî nehênî heye. Daxwazek e, ku tenê ji aliyê hin pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê (Emek ve Özgürlük İttifakı) ve tê bilêvkirin. Aşitî, di rojeva Tifaqa Komarî (Cumhur İttifakı) de tuneye. Her çi qas Partiya Edalet û Pêşketinê (AKP) der barê pirsgirêka Kurd de di rabirdûyê de hinek gav avêtibin jî, tifaqa ku niha tê de ye di dîroka ramyarî ya Tirkiyeyê de tifaqa herî paşverû, herî rastgir, herî neteweperest-olperest e.

Bi giranî ji ber hebûna Partiya Qenc (İYİ Parti), aşitî, di bernameya Tifaqa Milet (Millet İttifakı) de jî cih nagire. Zêdetir, bona ku Erdoğan di qada hilbijartinê de bi kar neyîne, di bernameya Tifaqa Milet de ji nû ve îmzekirina Peymana Stenbolê (İstanbul Sözleşmesi) jî tuneye, vê carê sewa Partiya Seadetê (Saadet Partisi). Tevî van, helwesta Kemal Kılıçdaroğlu girîng e. Di daxuyaniyên xwe de dibêje ‘em ê bê şert û merc li Peymana Stenbolê vegerin’. Kılıçdaroğlu piştî hevdîtina xwe ya bi Mithat Sancar û Pervin Buldan re, wekî navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd, Meclîsa Mezin ya Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) nîşan da.

 Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xwedî bernameyeke berfireh e. Di bernameya xwe de cih daye mijarên perwerdehiya bi zimanê zikmakî û xweseriya rêveberiyên herêmî. Lê belê divê were zanîn ku di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de yên ku bi îhtiyad nêzîkî pirsgirêka Kurd dibin jî hene, her çend hejmara wan kêm be jî. Li Tirkiyeyê, bi şiklê pirsgirêkeke cidî a Tirk pirsgirêkeke Kurd heye û ev yek di hemû bernameyên partiyan de kêm zêde cih digire. Ji bo aşitiyê, berî Kurdên Tirkiyeyê, divê Tirkên Tirkiyeyê, yên ku xwe wek Tirk pênase dikin, ew pirraniya mezin, bi zelalî bînin ziman ka bo wan şert û mercên aşitiyê çi ne, ji çareseriya pirsgirêka Kurd çi fehm dikin û çi dixwazin. Em vê yekê jî di bernameyên partiyan de nabînin; ji bilî bernameyên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP), Partiya Kesk û Çep (YSP), Partiya Kedê (EMEP) û hin partiyên biçûk ên sosyalîst/Marksîst ku pêkhateyên HDPyê ne.

 

Hülya Dinçer- Akademîsyen, Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê û Zanistê (Eğitim-Sen)

 Fikirîna li ser bêjara ‘helalkirin’ ya Kılıçdaroğlu, bona ku mirov bibîne ka ev têgeh di pêkanîna aşitiyeke mayînde li Tirkiyeyê şiyanweriyeke çawa dihewîne girîng e. Kılıçdaroğlu, di Mijdar a 2021an de di yek ji vîdeoyên xwe de cara ewilîn behsa vê têgeha ‘helalkirinê’ kir. Di berdewamiyê de, di axaftina xwe ya Meclîsê de û di gotinên xwe yên piştre de jî ev gotina xwe dubare kir.

 Kılıçdaroğlu bi awayekî eşkere got ku ‘ji bo başkirina birînan divê em qebûlkirina berpirsiyariya şaşitiyên demên berê, daxwaza/dayîna helaliyê bizanibin, û em dixwazin birînên ku partiya niha di bin rêveberiya min de ye bûye sedem bipêçin. Ew, zimanekî wisa bû ku pêşanî dida daxwaza/dayîna lêborînê û daxwaza/dayîna helaliyê.

 Li hember bêjara helalkirinê, ji aliyên cuda rexneyên cuda hatin kirin. Di esasê rexneyê de ew yek hebû ku Kılıçdaroğlu rûbirûbûna li hemberî binpêkirinên mafan ên herî giran ên dîroka Komarê kaşa zemînê olî û wijdanî kiribû. Ji bilî vê rexneyeke wiha jî hate kirin, ku bêyî ku bi rabirdûyê re hesab were dîtin, kirdarên binpêkirinên giran li hemberî mafên mirovî neyên darizandin, heqîqet werin derxistine holê, zirarên saxmayiyan werin temîrkirin, û bêguman hesabê wan sedemên ku hemû rê li van binpêkirinên mafan û tundûtûjiyê vekirine were dîtin, daraz û bûrokrasiya ewlehiyê ji nû ve were sazkirin helalkirin pêkan nabe. Dîsa hate bilêvkirin ku dîtina hesabê bi rabirdûyê ve, di eslê de pevajoyeke dûr û dirêj e, ji gelek tebeqeyan pêk tê û midaxaleyên binyadî divê.

 Ev bêjara Kılıçdaroğlu ya helalkirinê, wisa xuya dikir ku heta astekê qebûlkirina neheqiyên dîrokî û vîna temîrkirina windahiyan jî dihewand. Ji vê aliyê ve, di xeta edaleta temîrker de dibe ku wekî bêjareke erênî were dîtin. Her wekî, sîh û heft rêxistinên civakî yên sivîl[1] bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku ew girîngiyê didin vê bangê û divê ev pêvajo bi awayekî şefaf û pişkdar bê birêvebirin.

 Ji bo nîqaşkirina tevkariya bêjara helalkirinê, girîng e di serî de ev bêjar di çarçoveya aşitiya mayînde yan jî aşitiyeke domdar de bê bicîkirin. Aşitî, ne ew rewş e, ku pevçûn di wateya neyînî de bi dawî dibin.  Pêwîst e ku têgîna helalkirinê di çarçoveyeke aşitiyeke erênî bê fikirîn, ku sedemên binyadî ên li paş tundûtûjiyê, newekheviyê, cudakeriyê ji holê tê rakirin. Ji bo têgihiştineke bi vî rengî, dema bastûrên hesabdayînê tên sêwirandin, divê têgehên wek edaleta civakî û wekheviya ramyarî li ber çavan bên girtin. Gelekî girîng e ku daxwazên edaletê yên mirovên li Tirkiyeyê rastî tundûtûjiyê tên werin bicîkirin. Di vê wateyê de, divê berpirsiyarên binpêkirinên mafên mirovî ên wekî windakirinên bizorî, îşkence û bêwarkirin yên sîh salên dawî bên darizandin.  Di dema Rewşa Awarte (OHAL) de mirov rastî gelek binpêkirinan hatin. Divê berpirsiyarên van binpêkirinan jî werin darizandin.

 Wekî kirdeyên mafên wekhev, naskirina barûdoxa hemwelatiya wekhev, divê bibe parçeyeke pêvajoyeke helalkirinê, yan jî bi çi navî bibe, ya rûbirûbûnê. Di vir de ya girîng ew e ku di dahatûyê de divê hemû hêzên civakî, li ser esasê edaleta civakî û hemwelatiya wekhev, tevlî tijekirina naveroka vê banga helalkirinê bibin.

 

İdil Akyol Koçhan- Odeya Plansazkarên Bajarvaniyê

 Aşitî di warê bajarvaniyê de yek ji têgehên bingehîn e. Rêgezên plansaziyê, di avakirina aşitiyê da roleke bingehîn dileyîze. Plansazî dîsîplîna bingehîn e ku rê li ber pêşeroja wargehan vedike. Ji hilberîna biryar û polîtîkayên mekanî berpirsiyar e, ku bo her kesî derfeta jiyaneke wekhev, adîl û azad peyda dike. Ji ber vê yekê, wekî dîsîplînekê, qadeke ramyarî ye.

 Di vê çarçoveyê de, dema em sozên tifaqan ên di warê bajarvanî û plansaziyê de dikolin, em dibînin ku di hemû tifaqan de karesata ku mohra xwe li vê serdema hilbijartinê xistiye û girêdayî vê mijarên ji nû ve avakirinê û veguherîna bajarî derdikevin pêş.

 Tifaqa Milet di Metna Lihevkirina Polîtîkayên Hevpar de armanca xwe ya sereke wekî welatekî bextewar destnîşan dike, ku her kes jiyaneke liyaqî rûmeta mirovbûnê dijî, xwe digihîne standardên refaha civakî û aşitî û aramiya civakî lê tê avakirin. Di Metnê de li çend cihan qala pîvanên jiyanê yên bajaran tê kirin. Komên şikestînbar li ber çavan tên girtin û tê armanckirin ku tevlîbûna civakî were zêdekirin.

 Tifaqa Milet, di Metnê de bi bêjareke li ser mafan pirsgirêka xanî digire dest û di vê wateyê de xaniyên civakî wek alaveke girîng dibîne. Mirov dikare bibêje ku girîngî hatiye dayîn mijara piştî karesatê û veguherîna bajarî, esas girtina mirovan, rêzgirtina li hember nasnameya bajarî û xwezayê, pêşîlêgirtina komên şikestînbar û pêvajoyên biryardayînê yên pişkdar. Tevlîkirina sûcên li dijî bajêr pergala hiqûqê mijareke din ya girîng e ku di Metnê de hatiye diyarkirin.

 Der barê hilbijartinê de daxuyaniyeke hevpar ya Tifaqa Komarî nîn e. AKP xwedî danezaneke hilbijartinê ye. Ecêb e ku di vê danezanê de sozên li ser bajarvanî û plansaziyê gelekî kêm in. Sozên di warê bajarvanî û plansaziyê de bi sernavê "Li Hemberî Karesatan Rîsk û Qeyran (Afetlere Karşı Risk ve Kriz)" cih girtine. Di bin vê sernavê de perspektîfeke ku balê dikişîne ser karesatê û ji nû ve avakirinê heye. Lê belê li ser tiştên ku ji bo pêkanîna jiyaneke aşitiyane pêwîst in gelek kêm hatiye sekinîn. Armanc ew e ku îcraat di nav salekê de bên pêkanîn.

 Daxuyaniya lihevkirina hilbijartinê ya Tifaqa Ked û Azadiyê ji ên tifaqên din kurttir û puxt e. Taybetiyek daye herêma karesatê. Di daxuyaniyê de sozên di warê bajarvaniyê de hatine dayîn sînordar in, lê belê sozên hatine dayîn armanc dikin ku bi awayekî plankirî jiyaneke tendurist û însanî bê pêşxistin û biryarên pişkdar tevî civaka sivîl, niştecih û rêveberiyên herêmî yên li wê derê bên wergirtin. Her wiha bi wateya pêkanîna jîyaneka aşitiyane, girîngiyek daye çareserkirina arîşeya stargehiyê. Ya ku Tifaqa Ked û Azadiyê ji her du Tifaqên din cuda dike, sozên wan ên der barê pêkanîna têkiliyên aşitiyanê bi xwezayê re ne. Sozên wekî rawestandina projeyên ku dibin sedema wêrankirina qadên xwezayî û parastina mafê her zindiyekî ku di ekosîstemeke tendurist de bijî di Daxuyaniyê de cihekî girîng digire.

 Di vê heyama hilbijartinê de, gavên di warê bajarvanî û plansaziyê ên ber bi armanca pêkanîna jiyaneke aşitiyane, xuya ye di siya karesatê de mane. Çiku welat xwedî rojeveke ew qas germ e, ev rewş tê fehmkirin, lê divê neyê jibîrkirin ku rêgez û boçûnên ku di vê qadê de bên pejirandin ne tenê xebatên avakirin û înşakirinê dihewînin, di rastiyê de di gelek qadên wekî bi ewle gihîştina xanî, av, xwarin û xizmetên giştî, yekparebûna civakî de bi bandor in.

 

Mehmet Bozgeyik- Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Giştî (KESK)

 Dema mijara aşitiyê li Tirkiyeyê tê bilêvkirin, tiştê ku siftê dihê aqlê mirov pirsgirêka Kurd e. Ji ber ku pirsgirêka Kurd bi salan hatiye înkarkirin û hatiye fikirîn ku bi rêya ramyarên ewlehiyê dibe bê çareserkirin em bi hinek pirsgirêkan ve rûbirû ne. Ji van pirsgirêkan ya herî girîng jî gurbûna neteweperestî û şovenîzmê ya li gel şer e. Ji ber ku nijadperestî, neteweperestî, şovenîzm dema dibin parêzvanê desthilatdariya serdest pêşî li nîqaşa hin mijaran digirin, tevgera kedê bi awayekî rasterast ji vê dorhêlê bandor digire. Li Tirkiyeyê jî, bo kedkaran pirsgirêka gelekî giran ya hejarî û bêkariyê heye. Li ser muxalîfan zexteke giran heye.

 Neteweperestiya ku bi bandora şer bi pêş dikeve, pêşî li pêşketina ramana azad û muxalefeta civakî digire. Daxwazên aşitiyê û her gotina têkildarî wê, ji aliyê desthilatê ve tê marjînalîzekirin. Ev rewş, li Tirkiyeyê zemîna marjînalîzekirina li qada kar ya karkeran amade dike. Sewa vê jî, aşitî hem bo kedkaran û hem jî bo têkoşîna sendîkayî girîng e.

 Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, divê siftê pirsgirêka demokrasiyê bê çareserkirin, lewre pirsgirêkên ramyarî, di hawirdoreke demokratîk de li ser bingeha beşdariya rêxistinbûyî ya hemwelatiyên azad û wekhev dikarin bên çareserkirin.

 Tecrubeyên welatên cuda jî nîşan didin ku pirsgirêk di hawirdoreke demokratîk de dikarin bên çareserkirin. Ji ber vê yekê divê ramyarên êdinkirinê û cudakeriyê yên li dijî hemwelatiyan bên terikandin; kedkar, hilberînerên biçûk, esnaf, malnişîn, jin divê di pêvajoya demokratîkbûn û aşitiyê de cih bigirin. Bêguman, bo ev pêk were divê pêvajoyeke bêpevçûnê bê afirandin. Bi taybetî, divê şert û mercên nîqaşkirina azadane li ser tevahiya van mijaran û ên ku hawirdorên bi rîsk ji holê hatine rakirin bên afirandin.

 Heger li vî welatî pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Elewî û pirsgirêka newekheviya zayendî dê çareser bibe, divê hemû ramyarên ji aliyê hikûmetan ve heta niha hatine birêvebirin bên terikandin û bastûrên demokratîk bên xebitandin. Pêwîst e Tirkiye piştî hilbijartinên 14ê Gulanê ramyarên girêdayî çareseriyê pêş bixe. Divê bi hemû komkujiyên ku piştî sala 1923an li Komara Tirkiyeyê derketine holê û kuştinên faîlî mechûl re rûbirû were mayîn. Ew helwesta Kılıçdaroğlu ku hem li nasnameya xwe ya Elewî xwedî derdikeve û hem jî bêjara der barê pirsgirêka Kurd girîng e, lê belê ew kêmaniyeke cidî ye ku di Metna Lihevkirinê de peyva Kurd derbas nebûye.

 Ber bir hilbijartinên 14ê Gulanê li qadên mitîngan de zimanê nefretê, bêjarên ku bêhna neteweperestiyê û nijadperestiyê jê tên û wekî hedef nîşan dan heye. Ev zimanê nefretê li dijî Kurd, jin, LGBTI+ û mirovên dijber e. Bêjarên bi vî rengî, li qada hilbijartinê wekî alavekê tên bikaranîn. Di vî warî de girîng e mirov bibe dengê aşitiyê. Divê aşitî tenê sewqî Meclîsê neyê kirin. Pêwîst e partiyên ramyarî, muxalefet, hemû beşên civakê hewl bidin bibin dengê aşitiyê û înîsiyatîfeke hevpar ji nû ve bê rêvebirin.

 

Nazvan Mızrak Aydın- Lijneya Mafên Mirovî a Baroya Wanê

 Ji aliyê hiqûqa mafên mirovî ve girîng e wateya aşitiyê were diyarkirin. Ji vê hêlê ve aşitî ew e ku mirov bi hev re di nav aramî û hevahengiyê de bijîn; yanê, tê wê wateyê ku mirov, di dema bikaranîna maf û azadiyên bingehîn de ji ber ti sedeman (zayend, etnîsîte, zimanê zikmakî, devoka ku mirov di axaftina zimanê Tirkî de bir kar tîne û hwd.) rastî cudakeriyê neyên.

 Tifaqa Komarî, hêviya aşitiyê bi giranî xerab kiriye. Bi taybetî, hepiskirina pirraniya siyasetmedarên HDPyî, li şûna şaredarên hilbijartî tayînkirina qeyyûman û operasyonên ku beriya du-sê rojan hatine kirin nîşan didin ku divê êdî ji Tifaqa Komarî tiştek neyê hêvîkirin.

 Di Metna Lihevkirinê ya Tifaqa Milet de cih nedane peyva Kurd. Ne Tifaqa Milet, lê belê vîdeoyên ku Kılıçdaroğlu der barê Kurd û Elewiyan de weşandin girîng in. Daxuyanî û helwesta Kılıçdaroğlu hêviyê didin mirovan. Lê mixabin li hemberî operasyonên ku di rojên dawî de li Amedê pêk hatin bêdeng mayîna Kılıçdaroğlu û ya muxalefetê nayê qebûlkirin. Heger Tifaqa Milet û Partiya Gel ya Komarî (CHP) piştgiriya xelkê herêmê dixwazin, divê ew nîşan bidin ku ew li aliyê xelkê herêmê ne. Bo ku aşitî heta hilbijartineke din, heta bihareke din neyê taloqkirin, divê muxalefet helwesta xwe ya heyî biguherîne.

 Divê li ser zimanê nefretê ya di propagandayên hilbijartinê de jî were sekinîn. Heta niha dijminê hevpar ê li Tirkiyeyê di warê siyasî de bi giştî Kurd bûn, jin bûn, yên ku meyla wan a zayendî ne heteroseksuel bûn. Niha penaber li vî dijminê hevpar hatine zêdekirin. Ji bilî Tifaqa Ked û Azadiyê hemû muxalefet di der barê penaberan de daxuyaniyên ku bêjara nefretê dihewîne didin. Li Tirkiyeyê bi mîlyonan penaber hene û li hawirdoreke ku beşeke civakê ew çend li derve tê hiştin aşitiya civakî nikare pêk were.

 

Nuri Özdemir- Partiya Keskan û Pêşeroja Çepgir (YSP)

 Aşitî têgeheke xwedî deqbendeke pirr berfireh e. Gel di kişandina balê ser pirsgirêka aşitiyê zehmetiyê dikişîne. Bi taybetî piştî 2010an serobinbûneke herêmi heye. Di vê pêvajoyê de Bihara Ereban, Pêvajoya Çareseriyê ya 2013-2015an, hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmehê, şewba covid-19ê û erdhêja 6ê Sibatê qewimîn. Ev hemû bi rastî jî zerengiya mirovan ya ku bala xwe bidin ser pirsgirêkekê qels kir.

 Bo ku em behsa aşitiyê bikin, pêşî divê em li rewşa şer bifikirin. Netewedewleta modern, xwe bi ser rewşa şer re ava dike. Dema li vir şer tê bilêvkirin, divê bi tenê artêşên ku di destê wan de çek hene neyên aqlê mirov. Tiştê ku li vir tê behskirin, ew rewş e ku her tim mirovan tîne hember hev û ber bi rewşa pevçûnê ve kaş dike. Netewedewleta modern ya ku her tim dijmin û pevçûnan diafirîne avakirina aşitiyê zehmettir dike.

 Li Rojhilata Navîn du pirsgirêkên sereke yên ku îstiqametê dide şer û aşitiyê hene: Pirsgirêka Fîlîstînê û pirsgirêka Kurd. Ev her du pirsgirêk bandorê li gelek pirsgirêkên herêmê dikin. Li gorî vê yekê, heger em di salên pêşiya me de li ser aşitiyê nesekinin, wê hin pirsgirêkên civakî yên heyî bidomin. Mînak, heta ku pirsgirêka Kurd hebe, wê her tim bi xwe re mêrparêziyê, eşîrparêziye û dewletparêziyê hilberîne.

 Gelê Kurd û dostên wan bona avakirina aşitiyê gelekî dixebitin, lê belê ev dînamîk bi tena serê xwe têrê nakin ku aşitiyê pêk bînin. Ya rast, ji salên 90î û vir ve bona çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk hin hewldan hatin kirin. Ji van a herî balkêş Pêvajoya Çareseriyê ya 2013-2015an e, ku mixabin bi têkçûnê bi dawî bû.

 Di vê heyamê de mirovên li Tirkiyeyê dijîn, di nav meseleyeke hebûn û tunebûnê de ne. Girseya li pişt desthilatdariyê, hebûna xwe bi temamî bi hebûna desthilatdariyê ve girêdaye, li aliyê din, girseya li pişt muxalefetê jî hemû hebûna xwe bi çûyîna hikumetê ve girêdaye. Mînak, mirovên ku ji bo xebatên xwe yên akademîk an jî ji ber bêkariyê koçî Rojava kirine an jî hatine sirgûnkirin, di demeke nêz de çûyîna hikumetê û jiyaneke nû difikirin. Ji ber vê yekê aşitî niha pêwîstiya bingehîn ya gel e.

 Avakirina aşitiyê mijareke jiyanî û têkoşîneke ramyarî ye. Aşitî me hemûyan eleqedar dike û avakirina aşitiyê mijareke ramyarî ye ku li nava kolanan tê honandin. Ji ber vê, divê parastina mijareke ramyarî bi rêyeke ramyarî be. Di vê wateyê de pêvajoya hilbijartinê, tevî hemû kêmasiyên xwe, wê têgihiştineke ramyarî ya ku aşitiyê ava bike bîne. Piştî hilbijartinên 2023an wê ev cure têgihiştina siyasetê mayînde bibe û aşitî sazî bibe.

 

Osman İşçi- Komeleya Mafên Mirovî (İHD)

 Têgeha aşitiyê ji bo İHDyê xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Aşitî, bo parastina mafên mirovî pêwîst e. Ji aliyê tevgera mafên mirovî ve, divê mirov ji bo bikaranîna mafê xwe pirsgirêkan nejî. Heger li welêt aşitî hebe, wê gel di bikaranîna mafên xwe de pirsgirêkan nejî yan jî dema pirsgirêkek rû bide wê kanibin herin dadgehê û li mafê xwe bigerin. Tevgera mafên mirovî armanc dike ku der barê binpêkirinekê de rastiyê derxe holê û sûcdar cizayê pêwîst bistîne. Divê kesê ku mafê wî hatiye binpêkirin jî were qerebûkirin. Têkoşîna li dijî bêcizahiştinê jî gelekî girîng e, lewre bêcizahiştin rê li ber domandina binpêkirina mafan vedike. Ji ber vê, eşkerekirina rastiyê û pêkanîna edaletê, di avakirina aşitiyê de pêkhateyeke pirr girîng e.

 Li Tirkiyeyê di avakirina aşitiyê de pirsgirêka Kurd bi awayekî gelek xuyabar tê pêşberî me. Meclîs, di warê avakirina aşitiyê de girîng e, çiku pirsgirêk û nakokiyên civakî li wir dikarin bên çareserkirin. Ji vî alî ve hilbijartinên ku wê rengê vîna di Meclîs de diyar bike, xwedî girîngiyekê ne.

 Di vê wateyê de hilbijartin bi xwe jî mijareke mafên mirovî ye. Heke mirov wekî hemwelatî kanibe nêrînên xwe bîne ziman, di warê tevlîbûna jiyana ramyarî û civakî de girîng e. Vîna ku di encama hilbijartinê de derdikeve holê, tenê nêrîn û daxwazên partiyên ramyarî yên li Meclîsê tên temsîlkirin nîşan nade. Divê ev vîna hanê, pêdivî û daxwazên yên ku li derveyî Meclîs mane jî bihewîne da ku em kanibin bi rastî behsa vîna demokratîk bikin. Wekî İHD, em hilbijartinê bi pergala Rêxistina Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê (AGIT) vedikolin.

 Dema em li bernameyên tifaqan dinêrin, xalên bi pirsgirêk hene. Lewre jin wekî kirdeyeke xwedî mafan nayê dîtin, derketina ji Peymana Stenbolê wekî pirsgirêk nehatiye hesibandin. Dîsa, çiku penaber weke kirdeyeke xwedî mafan nayê dîtin, vegerandina penaberan wekî pirsgirêk nehatiye hesibandin. Ji perspektîfa mafên mirovî, mafê penaberiyê jî mafên mirovî ne û heger mirovek bixwaze ji cihekî biçe cihekî din, diçe.

 Ji bo avakirina aşitiyê, pêwîst e ku mezinahiya hilweşînên ku şer bûye sedem bê fehmkirin. Her tim tê fikirîn ku şer mafê jiyînê tenê binpê dikin, lê belê bandorên şeran ji gelek aliyan ve hilweşînker in. Mafê perwerdehiyê û xebatê yê gelek mirovan tê binpêkirin. Bo İHDyê aşitî, qadeke ku têkariyê li mirov dike da ku xwe pêşve bibe. Dema em li daxuyaniyên hilbijartinê dinêrin, tifaqa ku li gorî perspektîfa İHDyê herî zêde cih dide mijarên mafên mirovî Tifaqa Ked û Azadiyê ye.

 Ev hilbijartin wê ji bo me nebin dawiyek. Kî bi ser bikeve jî wê bivê xebatên demdirêj bên kirin. Eger Tifaqa Milet di hilbijartinê de bi ser bikeve, wê têkoşîn di qonaxeke din de bidome. Eger Tifaqa Komarî bi ser bikeve, jixwe wê bivê hîn zêdetir bê xebitîn. Encam çi dibe bila bibe, wê rêxistinên mafên mirovî binpêkirinên mafên mirovî bikin raport û parêzvaniya mafên mirovî bidomînin.

 


[*] Lêkolînera mêvan, Navenda Lêkolînên Pevçûnê, Zanîngeha Marburgê


[1] https://demos.org.tr/hakikat-esitlik-ve-adalet-icin-buradayiz/ , Dîroka gihiştinê: 03.05.2023

 

*Finanziert von der Rosa-Luxemburg-Stiftung mit Mitteln des Bundesministerium für wirtschaftliche Zusammenarbeit und Entwicklung der Bundesrepublik Deutschland. Diese Veröffentlichung kann von anderen kostenlos genutzt werden, solange auf die originale Publikation verwiesen wird. Der Inhalt dieser Veröffentlichung ist die Verantwortung von Off-University.Organisation für den Frieden e.V. und gibt nicht notwendigerweise eine Position von RLS wieder. 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Connections
1 of 1
Another Translation of Barışın Sesleri
Comments
0
comment
No comments here
Why not start the discussion?