Skip to main content
SearchLoginLogin or Signup

Di Rêveberiyên Herêmî de Veguherînên Sazûmanî yên li ser Bingeha Zayenda Civakî: Mînaka Amedê

Published onOct 31, 2022
Di Rêveberiyên Herêmî de Veguherînên Sazûmanî yên li ser Bingeha Zayenda Civakî: Mînaka Amedê

Di Rêveberiyên Herêmî de Veguherînên Sazûmanî yên li ser Bingeha Zayenda Civakî: Mînaka Amedê

Cuma ÇİÇEK 

Werger: Hüseyin Botan 

Îro Tevgera Jinên Kurd (TJK) him ji hêla nasnameya polîtîk-bîrdozî ve him ji hêla binyada sazûmanî ve him jî di asta mobîlîzasyona civakî de yek ji damezrînerên siyaseta sereke ya Kurd e. Jinên Kurd ên ku di salên 1990’î de ji bo “rizgariya netewî” mobîlîze bûn, bi demê re li dijî newekheviyên di qada zayenda civakî de jî têkoşîn meşandin. Ew qadên li derdora pirsgirêka netewî hatîn vekirin bi awayekî berfireh kirin, li ser hûr bûn, cihêreng kirin. Xwe û siyaseta sereke ya Kurd veguherandin.[1]

Rêveberiyên herêmî di rêza pêş a van qadan de bûn ku ev “veguherîna bipevçûn” lê dihat avakirin û hîskirin. Ev nivîs berê xwe dide serdema pratîka hevseroktiyê û bi mînaka Amedê veguherînên li ser bingeha zayenda civakî yên di şaredariyan de dinirxîne.

Rêveberiyên Herêmî û Aşitiya Kurdan

Herî kêm ji ber sê sedeman rêveberiyên herêmî di pêşxistina aşitiya kurdan de xwedî cihêkê girîng in. Sedema ewil, di salên 1990'î de, siyaseta sereke ya Kurd bi veguherînên girîng re derbas bû ku rêveberiyên herêmî pêşengtî dikir. Piştî kocberiya bi darê zorê ya di salên 1990’î de navenda îtiraza kurdan ji gundan berê xwe da bajaran. Ev pêvajoya bajarvaniyê, bi tecrubeya rêveberiyên herêmî ku di sala 1999'î de dest pê kir û heta tayînkirina qeyûman a sala 2016'ê bi awayekî berfireh dewam kir, ku her çû zêdetir û kûrtir bû. Bi rêveberiyên herêmî re di nav îtiraza kurdan de cihê saziyên legal berfireh bû û hêza wan zêde bû. Bi derfetên rêveberiyên herêmî re di qada civaka sivîl de jî geşbûneke berbiçav derket holê. Herî dawî, siyaseta sereke ya Kurd di wateya kapasîteya wê ya avakirin û belavkirina qaîdeyên hevpar ên pejirandî de sazûmaniya xwe pêk anî.[2] Bi rastî jî bi hêmanên bajarvanî, legalbûn û sazûmaniyê di erdnîgariya Kurdan de serweriya siyaseta sereke ya Kurd him berfireh bû û him jî pêş ket.

Sedema duyem, di formasyona pevçûnên herêmî ên li ser bingeha nasnameyê de yek jê xala herî girîng avakirina parvekirina hêzê ye.[3] Sermeselê, di navbera serdema 1975-2021’an de ji 101 peymanên ku di navbera dewlet û serhildêran de hatine îmzekirin 71 peyman ên ku arasteyî çareseriya pevçûnan bûyîn di xalên serxwebûn, federasyon, otonomî, hêzkirina rêveberiyên herêmî, zêdekirina rayeyên şaredariyan, berfirehkirina mafên çandî de verastkirinên terîtoryal hatin kirin.[4]  Dema ku nîqaşên di pêvajoyên muzakereyên di navbera salên 1999-2015'an de bên nirxandin, mirov dikare bibêje ku şiklê herî muhtemel a parvekirina hêzê ya ji bo misogerkirina aşitiya Kurdan, xurtkirina rêveberiyên herêmî ye.[5]

Sedema sêyem, di avakirina aşitiya erênî de rêveberiyên herêmî xwedî cih û rolekî girîng in. Wekî ku di rêzebloga yekem de[6]  hat nîqaşkirin jî avakirina aşitiyê dawîlêanîna tundiyê wêdetir veguherîneke civakî dihewîne, pêwistî mobîlîzasyoneka pir-tebeqeyî û pir-aktorî heye.[7]  Ji tundîya rasterast wêdetir di nav xwe de dawîlêanîna tundiya bînyadî û çandî dihewîne.[8]  Desthîlata herêmî ya siyaseta sereka ya Kurd nîşan da ku çareseriya siyasî pêkan e û her wiha bi nîşandana fonksiyona amûrên siyasetê yên demokratîk-sivîl alîkariya kêmkirina tundiya rasterast kir. Di rastiyê de, pêvajoyên aştiyê yên ji bo bidawîkirina pevçûna Kurdan di navbera salên 1999-2015’an de pêk hatin. Her wiha, di çarçoveya pirsgirêka kurd de rêveberiyên herêmî bi hewldanên ji holêrakirina newekheviyên çînî, nîjadî/neteweyî û zayenda civakî alîkariya kêmkirina tundiya rasterast kirin. Bi heman awayî bi polîtîkayên nasnameyî yên piralî û wekhevîxwaz bi afirandina razîbûna civakî ya ji bo rewabûna aştiyê, alîkariya kêmkirina tundiya çandî jî kir. [9]

Bi pêşengtiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (ŞBMA) di şaredariyên di bin desthilatdariya siyaseta sereke ya Kurd de veguherînên li ser bingeha civakî di çar qadan de pêk hatin: 

·             Hevserokatî û Nûnertiya Jinan

·             Di meclîsa şaredariyê de xebatên li ser wekheviya zayenda civakî

·             Veguherînên di bûrokrasiya şaredariyê de

·             Budçeçêkirin û plansaziya stratejîk a di mijara zayenda civakî de hesas

 

 

Hev-serokatî û Nûnertiya Jinan

Bi xurtbûna TJK’ê re di rêveberiyên herêmî de nûnertiya jinan zêde bû. Qada herî berbiçav a vê guherînê hevşaredarî bûn. Di hilbijartinên 1999'an yên dema ku ezmûna rêveberiya herêmî ya siyaseta sereke ya Kurd dest pê kir de  bajarek mezin û 6 bajar tevahî ji 37 şaredariyan, tenê 3 serokên navçeyan jin bûn. Ev hejmar di sala 2004’an de bû 9 û di sala 2009’an de jî bû 15.[10]

Siyaseta sereke ya Kurd bi damezrandina Partiya Civaka Demokratîk a di sala 2005’an de derbasî pergala hevserokatiyê bû. Di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de jî ev pergala hev-serokatiyê derbasî şaredariyan kir. Ji ber ku di fermiyetê de hevserokatî tune bû, endamê/a meclîsa şaredariyê yê/a di dora yekê de bû hev-serok. Siyaseta sereke ya Kurd di hilbijartinê de 102 şaredarî bi dest xist, ji van 3 şaredariyên bajarê mezin û 8 jî şaredariyên bajaran bûn. Ji van 102 şaredariyan li 96 şaredariyan bi hevserokan kampanyayên hilbijartinê hatin meşandin.[11] Li Amedê  Gultan Kişanak û Firat Anli wek hev-serok hatin hilbijartin.

Veguherînên di Meclîsa Şaredariyê de

Bi pergala hevserokatiyê re nûnertiya jinan di meclîsên şaredariyan de zêde bû. Li gorî lêkolîna Qerneya Wekheviya Zayenda Civakî ya ji aliyê Weqfa Polîtîkayên Aborî ya Tirkiyeyê ve di sala 2018’an de hatiye amadekirin, çar bajarên ku rêjeya herî zêde ya jinan di meclîsên şaredariyên bajarê mezin û navçeyan de lê hene; Amed (% 26,77), Wan (% 25,25), Mêrdîn (% 22,22) û Colemêrg (% 21,70) in ku siyaseta sereke ya Kurd li ser desthilatdariyê bû. Li her sê bajarên mezin ên Tirkiyeyê Stenbol, Îzmîr û Enqereyê bi dorê ve rêjeya jinan wiha bû;  %17,06, %18,70 ve %14,67.[12]  Di heman serdemê de ji 92 endamên meclîsa ŞBMAyê 22 AKPyî, yek CHPyî û 69 jî PADî (Partiya Aşitî û Demokrasiyê) bûn. Hemû endamên AKP û CHPê mêr bûn, lê ji 69 endamên PADî 22 (%31,88) jin bûn.[13]

Di mijara nûnertiya jinan de nûbûneke din a girîng bêguman Koma Jinan bû. Ev kom ku ji hevşaredara jin û jinên hilbijartî pêk dihat, vê komê di meclîsa şaredariyê de bi giranî li ser wekheviya zayenda civakî û azadiya jinê xebat dimeşand û bi awayekî bikoordîneyî bi xebatên meclîsê re tevdigeriya.

Xebateka din a di çarçoveya nûnertiyê de Komîsyona Jinê û Komîsyona Wekheviya Mêr-Jinê bû. Ev pêkhateyên di nava meclîsê de ji 14 komîsyonên tematîk duduyan pêk tînin ku ji hêlekê ve di nav xebatên meclîsê de li ser bingeha wekheviya zayenda civakî xebat dimeşandin[14]  û ji hêla din ve jî di navbera burokrasî û saziyên civaka sivîl ên li bajêr ligel meclîsa şaredariyê, li ser bingeha zayenda civakî rola navbeynkariyê dilîstin.

Nûjeniyên di Burokrasiya Şaredariyê de

Ji bilî meclîsê di nava burokrasiya şaredariyê de jî xebatên girîng hatin kirin. Pêşî hejmara jinên rêveber ên şaredariyê hatin zêdekirin. Heta sala 2014’an ji 15 serokên daîreyan tenê 2 jê jin bûn. Ji hêla din ve piştî hilbijartinên herêmî yên 2014’an ji 20 serokên daîreyan 5 jê jin bûn. Ev yekîneyên xizmetguzariyê yên jinan pêşengiya wan dikir ku ew jî serokatiya polîtîkayên jinan, xizmetên civakî, çavkaniyên mirovî û perwerdehiyê, pêşxistina çavkaniyan ligel mîrata çandî û tûrîzmê bûn.

Di vê serdemê de nûnertiya jinan a di sekreteriya giştî de jî zêde bû ku ji pêkanîn û koordînasyona yekîneyên xizmetguzariyê berpirsyar bû. Berî sala 2014’an sekreterê giştî û du alîkarên wî mêr bûn, piştî  rêveberek jin dest bi kar kir, hejmara alîkarên sekreterê giştî bû sê.[15] Her çendî di vê serdemê de dihat armanckirin ku rêjeya rêveberên jin ên di peywirên îdarî de  bigihije %50 jî, ev rêje di %20’ê de ma.[16] Lê belê, li gorî ku ji 3356 xebatkarên şaredariya bajarê mezin 400 (% 11,92) jin bûn[17] , di asta rêveberiyê de gihiştina rêjeya jinan a %20’î, veguherîneke girîng nîşan dide.

A duyemîn jî Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê hat avakirin. Bi vê serokatiya daîreyê re yekîneyeke xwedî budçeyek taybet û binyadeke rêxistinî ya bi yekîneyên din ên sereke re xwedî heman statûya xizmetguzariyê hate avakirin ji bo ku di warê wekheviya zayenda civakî û azadiya jinê de bixebite. Her wiha, armanc û hedefên vê yekîneyê û binyada sazûmaniya vê yekîneyê ligel nîqaşên bi Rêxistinên Civakî yên Bajêr ên li ser bingeha zayenda civakî dixebitîn û TJK’ê re hatin diyarkirin.

Şaxa DÎKASUMê (Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Pirsgirêkên Jinan a Amedê), Şaxa Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê û Şaxa Pêşxistina Aboriya Jinê di çarçoveya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê de hatin avakirin. Her wiha xeta li dijî tundiyê ya bi navê Alo û Îstasyona Pêngava Yekemîn hatin avakirin.[18] Yekîneyên bi vî rengî yên di ŞBMA'yê de piştre di şaredariyên din de jî hatin avakirin ku ji aliyê siyaseta sereke ya Kurd ve dihatin rêvebirin.

Di dawiyê de pêwist e ku behsa Meclîsa Jinê û Desteya Koordînasyona Polîtîkayên Jinê jî bê kirin. Bi mebesta zêdekirina tevlîkirina jinan a di pêvajoyên rêveberiyê de, Meclisa Jinan a ku bi tevlîbûna jinên endamên meclîsa şaredariyê û jinên xebatkar hat avakirin.[19] Ji aliyê din ve, di nav yekîneyên xizmetê yên navendî de “ji bo ku di armancên bingehîn ên polîtîk de hevpariyê pêk bîne û da ku di navbera yekîneyan de zemîneke pêwendiyê çêbike”[20] Desteya Koordînasyona Polîtîkayên Jinê hate avakirin û rêziknameya wê hate amadekirin.

Di vê serdemê de her çendî avakirina Yekîneya Wekheviya Mêr-Jinê û Lijneya Nirxandinê ya Bandora Wekheviya Zayenda Civakî hate armanckirin jî, ev armanc pêk nehat[21] .

Budçeçêkirin û Plansaziya Stratejîk a di Mijara Zayenda Civakî de Hesas

Di çarçoveya veguherînên li ser bingeha zayendî de xaleke din a girîng bêguman budçeçêkirin û plansaziya stratejîk e. Plana Stratejîk a 2015-2019’an di warê pêvajo û vegiriyê de ji hêla zayenda civakî ve hesas bû. Plan bi nêzîkatiyeke “li ser bingeha pêvajoyê ve” hat amadekirin ku giranî dida beşdarbûn, diyalog û muzakereyê. Pêvajoya plansaziyê ya ji 188 civînan û bi tevlîbûna 11 hezar kesî pêk hat,  ji hêla Koma Xebatê ya Plana Stratejîk ve hat rêvebirin ku ji nûnerên yekîneyan pêk dihatin. Ji du kesên ji pêşengtî pêvajoyê re dikirin yek jî jin bû ku ew bixwe jî Gerînendeya Şaxa Pêşxistina Stratejiyan bû. Her wiha di nav koma xebatê de bi giştî 27 endam hebûn ku ji wan 9 jin bûn.[22]

Di dema amadekirina "daxuyaniya hilbijartinê" de ji sê forûmên tematîk yek jê li ser zayenda civakî bû ku di pêvajoya plansaziyê de wekî yek ji şeş çavkaniyên bingehîn ên agahdariyê dihatin hesibandin. Her wiha, di pêvajoya plansaziya stratejîk de ji bo tevlîkirina aktorên civaka sivîl 15 forûmên tematîk bi tevlîbûna 1547 kesî pêk hatin ku yek ji wan, forûma Jin-Jiyan bû.

Dema ku Plana Stratejîk ji hêla naverokê ve were lêkolînkirin, herî kêm pênc mijarên girîng dikarin ji hêla zayenda civakî ve bêne destnîşankirin: A yekemîn, di çarçoveya planê de Deklarasyona Mafên Bajariyên Amedî hate amadekirin ku mafên hemwelatiyên ligel wekheviyê di mijarên wekî xwerêveberî û beşdarî, aşitî, jîngeheke bitenduristî, ava paqij a vexwarinê, enerjiya paqij-nûvebar, stargeh, xwedîbûn, xebat, tenduristî, perwerdehî, nasnameya civakî-çandî, veguheztin, werzîş, avahîsaziya bajarvaniya domdar, çavkaniyên dewlemendiyê û xwezayî de hatin pênasekirin. Di bin sernivîsa "Wekhevî"yê de, tê gotin: "hemû mafên li [j]or hatine rêzkirin ji zayend, temen, esl, bawerî, civakî, bêyî ti cudahiya aborî û siyasî, bêyî astengiyên wan ên laşî an jî derûnî; mafê her   kesê/î li Amedê dijî heye ku bi awayekî wekhev bigihêje van mafan”.[23]

Ya duyemîn, yek ji sernivîsa sereke ya Belgeya Helwesta Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a di plansaziyê de modela rêveberiyê ya bi tevlîbûnê digire ser xwe, "Wekheviya Zayenda Civakî û Azadiya Jinê" ye. Li gorî vê, “di çarçoveya xwe-rêveberiya demokratîk de hemû mekanîzma û xebatên bingehîn ên him di nav saziyê de him jî li tevahiya bajêr divê wekheviya zayenda civakî û azadiya jinê esas bigirin. Ji bo vê jî di hemû pêvajoyên rêveberiyê de wekheviya jin-mêr û di nûnertiyê de edalet tê bidestxistin.”[24]

Ya sêyemîn, zayenda civakî yek ji xalên sereke yên nirxên bingehîn, vîzyona sazûmanî û mîsyona şaredariyê ye. Sermeselê, mîsyona şaredariyê bi vî awayî hatiye diyarkirin: “Ji bo avakirina rêveberiyeke herêmî çavkaniyên gel bi awayekî wekhev û çalak di çarçoveya pêwistiyên gel de tên bikaranîn, xwe-rêveberiya demokratîk, wekheviya zayenda civakî û xizmeta pir-zimanî esas tê girtin.”[25]

A çaremîn, yek ji 13 qadên stratejîk ên ku armanc û mebestên saziyan lê tên diyarkirin “Polîtîkayên Jinan û Wekheviya Zayenda Civakî” ye. Di vê qadê de 3 armancên stratejîk, 14 mebestên stratejîk û 72 çalakî cih digirin. Armancên stratejîk ên hatîn diyarkirin ev in: “pêşxistina perspektîfa wekheviya zayenda civakî bi dest xistin”, “Rakirina nêzîkatiyên cihêkarî û tundiyê (ên li hemberî jinan) û peydakirina pêkanînên piştgiriyê” û “hêzkirina jinê ya di warê aborî, civakî, çandî û tenduristiyê de.”[26] Çalakiyên ji bo wekheviya zayenda civakî bêguman di nav 12 qadên stratejîk ên wekî jîngeh, tenduristî, veguheztin û polîtîkayên civakî de jî cih digirin. Lêbelê, qadeke orîjînal jî hatiye veqetandin.

Ya dawî jî “Wekheviya Zayenda Civakî û Azadiya Jinê” di nav 5 qadên destwerdanê yên pêşîn de ye ku di xizmet û pêşkêşkirina şaredariyan de hatine destnîşankirin. Qadên din ên pêşîn ev bûn: "Maf, Edaleta Civakî û Siyaseta Civakî", "Zimanê Dayikê û Ji nû ve Hilberîna Çandan", "Jîngeh û Ekolojî" û "Hêzkirina Aboriya Herêmî."[27]

Tevî ku di Mijdara 2016'an de bi tayînkirina qeyûman re rêveberî hate qutkirin jî, pêvajoya pêkanînê ya 20 mehan dihêle ku refleksên pratîkî werin analîzkirin. Raporên salane yên fealiyetên şaredariyê û nîşaneyên performansê[28] nîşan didin ku di pêkanînê de pêşketineke bisînor pêk hatiye. Li gorî Rapora Sala 2015, rêjeya serkeftina giştî ya ŞBMA li ser bingeha armancên stratejîk 47,33% ye. Lê belê, Polîtîkayên Jinan û Wekheviya Zayenda Civakî di nava 13 qadên stratejîk de bi rêjeya %26,37 ji dawiyê ve di rêza duyemîn de ye. Pîvana performansê bi rengek hêsan, li gorî asta pêkanîna mîqdar a çalakiyên plansazkirî û bêyî giranî di navbera armancên stratejîk, hedef, fealiyet û nîşaneyên performansê de tê çêkirin. Di vê wateyê de, her çendî ev rêje pîvaneke rastîn a performansê peyda nekin jî, lê ew ji bo fêmkirina meyla gelemperî derfetê dide. Bi kurtasî, tevî armanc û rêkûpêkiyên sazûmanî yên di warê wekheviya zayenda civakî û azadiya jinê de, di pratîkê de pêşkeftineke bisînor hatiye bidestxistin.[29]

Di Plana Stratejîk a 2015-2019'an de,di çarçoveya armanca stratejîk de "bidestxistina perspektîfa wekheviya zayenda civakî", her wiha "bidestxistina di hemû xizmetan de li gorî prensîba budçeya ji wekheviya zayenda civakî re hesas” hate hedefkirin. Li aliyê din di ti fealiyetan/projeyan de “nirxandina bandora zayenda civakî” nehate kirin. Dîsa hat plankirin ku sûdmendên ji xizmetên şaredariyê li gorî ciyawaziya jin-mêr bê şopandin lê mixabin ev fealiyet jî pêk nehat. Yekane serkeftina di budceya li ser bingeha zayenda civakî hesas de bi dest ket, di çarçoveya plansaziya budce û darayî de li bajêr bi 8 saziyên civaka sivîl ên li ser bingeha zayenda civakê re pêkhatina civîneke amadekariyê bû.[30]  

Berî dawî li nivîsê bibînin, divê bê destnîşankirin ku pêşketinên bisînor ên di qada zayenda civakî de bûn hedefa pêkanînên qeyûm. Pêkanîna hev-serokatiyê ya de facto di rêveberiyên herêmî de wek sedema bingehîn a qeyûman hat nîşandan. Dîsa meclîsên şaredariyan bi awayekî fiîlî hatin feskirin. Her wiha, Plana stratejîk a 2015-2019 ji holê hate rakirin û şûna wê planeke nû hate amadekirin. Plana nû bi derxistina armanc, hedef û fealiyetên stratejîk ên ji plana berê ku nêrîna siyaseta sereke ya Kurd nîşan dide, hate afirandin. Di çarçoveyê de hema bêje hemû xebatên di qadên wekheviya zayenda civakî û azadiya jinê de ji holê hatin rakirin. [31]

Li şûna Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê, Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê hat avakirin. Her wiha fealiyetên deh navendên jinan ên li ser Şaredariya mezin û şaredariyên navçeyan hatin rawestandin û Xeta Telefonê ya Tundiyê jî hat girtin. Komel û kooperatîfên jinan ên bi şaredariyan re xabtên hevpar dimeşandin, bi biryarnameyê(KHK’ê) hatin girtin. Xebatkarên jin ên piraniya wan rêveber ku xebatên li ser bingeha zayenda civakî dimeşandin, di vê serdemê de ji şaredariyan hatin dûrxistin.[32]

Encam: Tiştên Ku Mînaka Amedê Fêrî Me Kir

Wek encam, li Ameda ku de facto wekî navenda siyaseta sereke ya Kurd, di asta rêveberiyên herêmî de xebatên sazûmanî yên li ser bingeha zayenda civakî hatin kirin. Bi rêya hevserokatiyê him di meclîsê de him jî di bûrokrasiya şaredariyê de nûnertiya jinê zêde bû. Ji hêlekê ve bîrîmên jinan ên xweser dihatin avakirin ji hêla din ve jî ji bo perspektîfa zayenda civakî dikeve nav hemû bîrîman xebat hatin meşandin. Bi plansaziya stratejîk a pênc-salan û lêkolînên bûdceya salane hat armanckirin ku verastkirinên sazûmanî yên li ser bingeha zayenda civakî derbasî xizmetên şaredariyê bibin.  Lêbelê, di pratîkê de pêşveçûnek bi sînor pêk hat. Meriv dikare wekî sedemên pêşkeftina kêm a karûbaran nûbûna ezmûnê û hatina qeyûman destnîşan bike.

Tevî hemû pêşkeftinên kêm jî, tecrubeya Amedê nîşan dide ku ji avakirina peymana siyasî û dawîanîna tundiya rasterast wêdetir rakirina newekheviyên binyadî û bidawîanîna tundiya çandî ya di avakirina aşitiya civakî de rêveberiyên herêmî xwedî cihekî girîng in. Ev ji vê hêlê ve di avakirina aşitiya erênî ya li ser bingeha zayenda civakî de girîngiya  xwecihîtiyê nîşan dide. Her wiha ev ezmûn amaje dike ku rêveberiyên herêmî ne tenê qadek in di xwecihîtiya xebatên aşitiyê û yên li ser bingeha zayendî de lê dikarin bibin aktorên sereke jî. Veguherîna rêveberiyên herêmî ya li ser bingeha zayenda civakî ku di gelek qadên jiyana civakî yên wekî ji binesazî heta seresaziyê, ji polîtîka civakî heta çandê, ji ewlehiyê heta aboriya xwecihî de dikare bêhna nû bide avakirina aştiyê ku wekî aktorekî damezrêner û sazger midaxale wan dike. 

 



[1]Nîşe

Ji bo analîzeke berfireh a di derheqê vê mijarê de bnr.: Handan Çağlayan, Analar, Yoldaşlar, Tanrıçalar: Kürt Kadın Hareketinde Kadınlar ve Kadın Kimliğinin Oluşumu, 3. baskı, (İstanbul: İletişim Yayınları, 2012); Cuma Çiçek, Ulus, Din, Sınıf: Türkiye’de Kürt Mutabakatının İnşası (İstanbul: İletişim Yayınları, 2015). Her wiha ji bo analîzeke din bnr.: Gültan Kışanak, Kürt Siyasetinin Mor Rengi (Ankara: Dipnot Yayınları, 2018), 17–61.

[2] Cuma Çiçek, “Kürt Siyaseti ve Yerel Yönetimler (1999-2019),” Birikim, no. 358–359 (2019): 75–87.

[3] Charles W. Maynes, “Containing Ethnic Conflict,” Foreign Policy, no. 90 (1993): 3–21, https://doi.org/10.2307/1148940; Caroline A Hartzell, “Explaining the Stability of Negotiated Settlements to Intrastate Wars,” Journal of Conflict Resolution 43, no. 1 (February 1, 1999): 3–22, https://doi.org/10.1177/0022002799043001001; Caroline Hartzell and Matthew Hoddie, “Civil War Settlements and the Implementation of Military Power-Sharing Arrangements,” Journal of Peace Research 40, no. 3 (2003): 303–20; Caroline Hartzell, Matthew Hoddie, and Donald Rothchild, “Stabilizing the Peace After Civil War: An Investigation of Some Key Variables,” International Organization 55, no. 1 (2001): 183–208, https://doi.org/DOI: 10.1162/002081801551450.

[4] Shawn Davies, Therese Pettersson, and Magnus Öberg, “Organized Violence 1989-2021 and Drone Warfare,” Journal of Peace Research 59, no. 4 (2022). Seta agahiyan li ser înternetê peyda dibe bnr.: UCDP Dataset Download Center (uu.se), dîroka wergirtinê: 25.08.2022.

[5] Cuma Çiçek, Kürt Meselesi ve Siyasi Barış Bağlamında Güç Paylaşımı ve Ademi Merkeziyet (İstanbul: Hafıza Merkezi, 2021); Cuma Çiçek, Süreç: Kürt Çatışması ve Çözüm Arayışları (İstanbul: İletişim Yayınları, 2018).

[6] Cuma Çiçek, “Toplumsal Cinsiyet: Sivil Toplumun Barış Çalışmalarında Sınır-Aşan Ortaklıklar,” Off University Blog Series: Gender, Conflict and Peace in Turkey, 2022, https://off-university.com/tr-TR/Blog/Detail/gendered-aspects-of-peace-and-war-in-turkey_blog-1.

[7] John Paul Lederach, Building Peace: Sustainable Reconciliation in Divided Societies (Washington, DC: United States Institute of Peace Press, 1999).

[8] Johan Galtung, Peace by Peaceful Means: Peace and Conflict, Development and Civilization (London: SAGE Publications, 1996).

[9] Çiçek, “Kürt Siyaseti ve Yerel Yönetimler (1999-2019).”

[10] HDP Kadın Meclisi, Eşit Temsiliyet ve Eşit Katılım Için Eşbaşkanlık (Ankara: Halkların Demokratik Partisi, 2020), 20, https://hdp.org.tr/tr/esbaskanlik-dosyasi/14386/.

[11] HDP Kadın Meclisi, 23.

[12] Hülya Demirdirek and Ülker Şener, 81 İl İçin Toplumsal Cinsiyet Eşitliği Karnesi (Ankara: TEPAV, 2018).

[13] Axaftineke şexsî ya bi endamekê meclîsê re ku di serdema Kişanak û Anli de peywir wergirtibû. Dîroka hevdîtinê: 13.09.2022.

[14] HDP Kadın Meclisi, Kadın Özgütlükçü Yerel Yönetimlerin Gaspı: Kayyım Raporu (Ankara: Halkların Demokratik Partisi, 2019), 9, https://hdp.org.tr/tr/kadin-kayyim-raporumuz/12932/.

[15] Axaftineke şexsî ya bi burokratekê re ku di serdema Kişanak û  Anli de peywir wergirtibû. Dîroka hevdîtinê: 13.09.2022.

[16] Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi, 2015 Faaliyet Raporu (Diyarbakır: Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi, 2016), 183.

[17] Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi, 25.

[18] HDP Kadın Meclisi, Eşit Temsiliyet ve Eşit Katılım Için Eşbaşkanlık, 37.

[19] HDP Kadın Meclisi, Kadın Özgütlükçü Yerel Yönetimlerin Gaspı: Kayyım Raporu, 9.

[20] Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi, Stratejik Plan 2015-2019 (Diyarbakır: Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi, 2015), 33.

[21] Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi, 2015 Faaliyet Raporu, 183.

[22] Ji bo agahiyên berfireftir ên derbarê pêvajoya amadekirina plana stratejîk bnr.: Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi, Stratejik Plan 2015-2019, 6–16.

[23] Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi, 30–31.

[24] Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi, 32–34.

[25] Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi, 36.

[26] Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi, 70–80.

[27] Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi, 38.

[28] Bernameyên performansê û raporên fealiyetên şaredariyê li ser înternetê peyda dibin. Bnr.: www.diyarbakir.bel.tr

[29] Cuma Çiçek, Hizmet-Siyaset İkiliğinden Diyarbakır’a Bakmak: Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Deneyimi (2015-2018) (Diyarbakır: Diyarbakır Siyasal ve Sosyal Araştırmalar Enstitüsü, 2019), 79–82.

[30] Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi, 2015 Faaliyet Raporu, 184.

[31] Ji bo analîzeke berawirdî di derheqê van her du planên stratejîk de bnr.: Çiçek, Hizmet-Siyaset İkiliğinden Diyarbakır’a Bakmak: Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Deneyimi (2015-2018).

[32] Ji bo kurteyeke bandora qeyûman a li ser xebatên bingeha zayenda civakî bnr.: HDP Kadın Meclisi, Eşit Temsiliyet ve Eşit Katılım Için Eşbaşkanlık, 48–61. Di vê mijarê de ji bo agahiyên berfireftir bnr.: HDP Kadın Meclisi, Kadın Özgütlükçü Yerel Yönetimlerin Gaspı: Kayyım Raporu.



* Sponsored by the Rosa Luxemburg Stiftung with funds of the Federal Ministry for Economic Cooperation and Development of the Federal Republic of Germany. This publication or parts of it can be used by others for free as long as they provide a proper reference to the original publication. The content of the publication is the sole responsibility of Off-University. Organisation für den Frieden e.V. and does not necessarily reflect a position of RLS.

Comments
0
comment
No comments here
Why not start the discussion?